دراسات وأبحاث

Kawa Ezîzî: PYDê bi hêza çedkarî û alîkariya rejîmê xwe feriz kiriye

Endamê komîteya navedî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hêza çedkarî û alîkariya rejîma Sûriyê xwe li Rojavayê Kurdistanê ferz kiriye.
Kawa Ezîzî, Endamê komîteya navedî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) diyar kir ku "  PYDê bi tena serê xwe Rojavayê Kurdistanê xistiye bi destê xwe, tenê çend partiyên Fêsbûkî hevalbendên wê ne, ENKS û PDK-s vê rewşê qebûl nake heta rejîm tu belgehên PYDê nas nake."
Ezîzî got: "Ev partî – PYDê- baş dizane ku ji xelkê û hemwelatiyê Rojavayê Kurdistanê dûr ketiye, û her kes ji siyaseta wan ya şaş nexweşe, (PYD) bi hêza çedkarî û alîkariya rejîma Sûriyê xwe li Rojavayê Kurdistanê feriz kiriye."
Endamê komîteya navedî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand "Tevî ku siyseta ENKS û partiyên wê siyaseteke aştiyaneye û tu hêza wan ya leşkerî nîne, lê PYDê gelekî ji wan ditirse, bi taybetî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, ku nahêle endmên wê bi azadane vegerin Rojavayê Kurdistanê û wan vedgerîne Herêma Kurdistanê û ji wan jî Sekreterê PDK-S siûd Mela.