دراسات وأبحاث

Di hilbijartinên encûmena parêzgeha Dihokê de PDKê 19 kursî bi dest xistine

 

Cudakirina dengên hilbijartina giştî û taybet bo encûmena Dihokê bi dawî hat û li gorî zanyariyan Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêjeyeke mezin di rêza yekemîn de tê û bû xwedî 19 kursiyan.
Elî Bendî, berpirsê nivîsingeha hilbijartinan ya liqa Yek li Dihokê bo KDP.info diyar kir ku cudakirina dengên giştî û dengên taybet yên parêzgeha Dihokê bo encûmena parêzgehê bi dawî hat û Partiya Demokrst a Kurdistanê di rêza yekê de tê û 343 hezar û 192 deng bi dest xistine û bû xwedî 19 kursiyan di encûmena parêzgeha Dihokê de.
Herwiha her yek ji Yekgirtûya Îslamî  ya Kurdistanê 3 kusî û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê 2 kursî û Tevgera Goranê 1 kursî bi dest xistine.
Nûçeyên din