Nûçe

Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bi Reuters re

 

 

 

 

 

Serokê Herêmê got Îraq ji aliyê serokwezîr Nurî al-Malikî ve bi şêweyekî totalîter hat birêvebirin û gef lê kir ku herêma bi petrolê dewlemend dê cih di hikûmeta federal de negire.

Hilbijartinên Îraqê di 30 nîsanê de hatin pêkanîn. Encam hîn ne dîyar in, lê belê ji bo Malikî bikaribe care yêyem bibe serok piştgiriya kurdan gelek girîng e. Şîe û Sunniyên di hikûmetê de hêvî dikin Barzanî û kurd piştê bidin wan ji bo desthilatdarî çar sal din di dest Malikî de bimîne.

Barzanî da zanîn ku partiyên kurdan wê, piştî encamên hilbijartinan werin naskirin, bicivin ji bo bigihin biryareke hevbeş di derheqê hikûmeta nû were avakirin de.

Barzanî dibêje, dibe ku dan û standin bi mehan dirêj bikin û nexwest bikeve nav kitekitan li ser helwesta kurdan. Lê belê destnîşan kir ku rewşa Îraqê ne mûmkûn e bi awayê niha dewam bike û dibe ku ew, heger guhertinên berbiçav neyên holê, bi temamî ji hikûmetê vekişin.

“Hemû îhtîmal li ser maseyê ne,” di hevpeyvîna xwe ya duşemê de Barzanî ji Reuters re got. “Dem dema biryarên dawiyê ne. Em deh salên din li bendê namînin û naxwazin heman ezmûnê derbas bikin. Heger em pêvajoyê boykot bikin, emê her tiştî boykot bikin (parlemento û hikûmetê bi hev re).“

Kurdan baweriya xwe bi sozên hatîn dayîn kirin û lewre piştgiriya Malikî di 2010 de kirin û hiştîn ew ji bo cara duyem bibe serok. Soz tev hatin şikandin û ji bo pêkanîna wan ti hewildanên cidî ji aliyê Malikî ve nehatin nîşandan lewre kurd dê baweriya xwe careke din bi sozên li ser kaxizan neynin.

Di 2012an de Barzanî hemû giraniya xwe da hewildana ku Malikî bi dengê bêbaweriyê bîne xwar lê belê ji ber hinek lîstikên sîyasî biser neket.

Barzanî ji bo birêvebirîya Malikî di çar salên borî de dibêje: „Hevparî tune bû, ew totalîtarîzm bû. Ew berpirsiyarê yekemîn e ji bo vê yekê. Wî dikaribû rê li pêşiya vê pêvajoyê bigire ku wisa çewt neçe.“

„Malikî yê me berî desthilatdarîyê nas dikir ne ew Malikiyê piştî desthilatdarîyê ye“.

Kurd ber bi aborîyeke serbixwe ve diçin û di sala borî de xeta borîyên petrolê navbera herêmê û Tirkiyê de qedandin. Malikî para herêmê ji bûceya dewletê dibire ji bo zextê li ser berpirsiîyarên herêmê bike û wan weke kêfa xwe bikar bîne. Lê herêmê jî, beramberî vê yekê, gavên ku bikaribe bê Îraqê li ser piyan bimîne avêtin û gihaye noqteya ku bikaribe cuda be.

Barzanî di vê kontextê de dîyar dike: „Kesên bûceya Kurdistanê dibirin wê bihayê wê jî giran bidin. Biryara em petrola xwe bi awayekî serbixwe bifiroşin hatîye standin. Emê derxistin û firotina petrolê bidomînin. Heger ew tûjkirinê berdewam bikin em jî dê tûj bikin.“