Nûçe

Elakhdar Ibrahîmî destmala sipî bilind kir

 

 

 

Nûnerê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Lakhdar Ibrahîmî şûnve vedikişe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon destnîşan kir ku wê di dawiya vê mehê de şandeyê taybet yê NY û Lîga Erebî Lakhdar Ibrahîmî dev ji wezîfeya xwe berde.

Ev gav, piştî ku pêvajo û hêviyên ku kêşeya Sûriyê bi awayekî aşitîyane were çareserkirin tine bûn , tê avêtin. Piştî Cinêva duyem Ibrahîmî hewil da ku Cinêva sêyem were pêkanîn, lê belê aliyê rêjîmê ti îşaretên erênî nedan û pêvajo kete tunêleke reş û tarî de.

Weke tê zanîn Ibrahîmî ev wezîfe ji Koffî Annan di êlona 2012an de wergirtibû.

Ibrahîmî yê 80 salî dîplomatekî cezayîrî ye û endamê koma Rîspiyên aşitîya cîhanê ye.