Nûçe

Asayîşa Kurdistanê: Teqîna Tirbespiyê senaryoya PYD’ê bû

Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku teqîna Tirbespiyê senaryoyeke lawaz a PYD’ê bi xwe bûye û got: ‘’PYD di jêr îşkenceyê de girtiyan neçar dike ku tawanekî bixin stoyê xwe.’‘

Di beyannameyeke Asayîşa Parastina Herêma Kurdistanê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Bi saya PYD’ê hemû çalakiyên siyasî yên aliyên din qedexe ne û berdewam çalakvanên siyasî bi awayekî nerewa û çêkirina tohmetên sexte hatine girtin û wendakirin. Mînaka herî berçav jî kesên wek Behzad Dursin hu Nesredîn Berheke ne.’‘

Beyanname wiha berdewam dike: ‘’Di rojên borî de Asayîşa PYD’ê nûçeyeke nerast û provaktîf weşand û Ajansa Parastina Asayîşa Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir ku qaşo destê wê di teqîna 09.05.2014’ê ya Tirbespiyê de heye, em wek Ajansa Parastinê vê tohmetê red dikin û bo raya giştî ya Kurdistanê radighînin ku ev kiryara han senaryoyeke lawaz a PYD’ê bi xwe bûye.

Di vê kiryara terorîstî ya li jorê qala wê hat kirin, mala hevwelatî Mecîd Mûsa ku wek Pêşeng Mûsa tê naskirin bû armanc û hat teqandin, ku Pêşeng Mûsa bi xwe ji aliyê PYD’ê ve hatiye girtin û bi plangêrî tê tohmetbar kirin. Tişta cihê helwêstê ye di vê teqînê de kesekî bi navê Remezan Mihemed Hesen canê xwe ji dest da ku endamê Asayîşa PYD’ê bû. Pirsgirêkên vî kesî ligel PYD’ê hebûn û xelkê deverê jî bi van pirsgirhekan dizanin, wate ne veşartî ne.

Di vê senaryoyê de hem Remezan ji holê hat rakirin û hem jî hincet bo girtina çalakvanê xwendekar Pêşeng Mûsa çêbû ku niha binçavkirî ye. Loma em radighînin ku Pêşeng Mûsa ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û silametî û canê wî çalakvanî dikeve stoyê PYD’ê.

Bi saya PYD’ê hemû çalakiyeke siyasî ya aliyên din qedexe ye û berdewam çalakvanên siyasî bi awayekî nerewa û çêkirina tohmetên sexte tên girtin an jî wendakirin ku mînaka herî berbiçav jî wendakirina kesên mîna Behzad Dursin û Nesredîn Berheke ye.’‘
Di beyannameyê de tê tekez kirin ku PYD hevkarê damûdezgahekî serkutker ê welatekî dilnexwaz e û wiha bi dawî dibe: ’‘PYD jî bi heman şêwazê wan hewl didin di jêr îşkenceyê de girtiyan neçar bikin daku tawanekî bixin stoyê xwe û lê mikur bên ku ew bi xwe encamder bûne. Em wek Ajansa Parastinê ligel ku van tohmetan red dikin, tekez dikin ku bi hemû şiyana xwe li dijî kirdarên teror, tirsandin, revandin û tengkirina azadiya hevwelatiyan in, loma em van reftarên PYD’ê riswa dikin û di  wê baweriyê de ne ku dê ew rûbirûyê dadgeha wîjdanê gel bibin.’‘

(BasNews (Hewlêr