Nûçe

Wezîrê Derve yê Fransa, Fabius: Barzanî dikare çareyekê ji kirîza Iraqê re bibîne

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius bi telefonê li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistan, Wezîrê Derve yê Fransa Loran Fabius îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser alozî û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê axivî.

Li gorî nûçeyê, di wê hevpeyvînê de Loran Fabius pesnê Barzanî da ji ber ku hêzên Pêşmerge karîne wê valahiya ku ji ber vekişîna hêzên Iraqê li hember çekdarên rêxistina DAIŞê çêbûye, tijî bikin her wiha spasiya gelê Kurdistanê kir ji ber ku awareyên Mûsilê û cihên din ên Iraqê li nav xwe de hewandine.

Wezîrê Derve yê Fransa her wiha dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê û pêşveçûna çekdaran û zêdebûna êrişên terorîstî anî ziman û got, Barzanî ew lîder e ku dikare li hember vê kirîzê bisekine û çareyekê jê re bibîne.

Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku Kurdistan dê her dem sitargeh û cihekî aram be û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî dê hemû pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê her wiha wan deverên ku di bin kontrola pêşmerge de ne, biparêzin.

Barzanî, hêviya xwe anî ziman ku rewşa niha ya Iraqê aram bibe.

Di dawiyê de Loran Fabius diyar kir, Fransa rewşa Iraqê bi hûrî dişopîne û têkez li ser berdewamiya pêwendiyên navbera Kurdistan û Fransa kir.