Nûçe

“Divê Amerîka guhdarî kurdan bike û hebûna wan qebûl bike”

 

 

Rojnameya navdar a amerîkî, New York Times, ji Amerîka xwest, di kirîza Iraqê de û ji bona pêkhatina aramiyê li wî welatî guhdarî kurdan bike û hebûna wan qebûl bike.

Bi destpêkirina şer û kirîza Iraq û rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê re, rojnameya New York Times, beşek ji rojnamê mîna munazeyerekê daniye ku her roj çend nivîskar û rojnamevan nêrîn û şiroveyên xwe li ser Iraqê tê de tînin ziman.

Nivîskara bi navê Alîza Markos, ku pirtûka bi navê “Xwîn û Îman: PKK û Şerê Kurd ji bona Serxwebûnê” nivîsiye, di nivîsa xwe ya rojnamê de li ser Iraqê dibêje, zêdebarî guvaş û hewlên hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo lawazkirina kurdan lê kurdan karî cihê xwe biparêzin û bêyî ku guhê xwe bidin piştevaniyên Amerîka li hember Bexdayê, ber bi pêşve biçin. Ji ber wê jî divê Amerîka êdî wisa hizir neke ku kurdan mîna aliyê duyem li Iraqê bibîne. Ji ber ku bihêzbûna kurdan ji bona pêkhatina aramiyê li Rojhilata Navîn girîng e.

Alîza Markos, her wiha divivîse, divê Amerîka guhdarî kurdên hemû beşên Kurdistanê bike, ji ber ku Amerîka ne tenê li Iraqê lê li Tirkiyê jî xwe ji gotûbêjkirina ser mafên kurdan dûr girtiye. Alîkariya Amerîka ya ji bo çekdarên opozîsyona Sûriyê çavên Amerîka kor kiriye ku alîkariya kurdên Sûriyê neke, çimkî kurdên Sûriyê jî li hember milîsên îslamî yên radîkal şer dikirin.

Yek ji nivîsên din ên munazereya New York Timsê, nivîsa Michel Nite ê pisporê leşkerî û ewlehiya Iraq û Îranê û welatên kendavê ye. Nite dibêje, yekitî û yekrêzî li Kurdistanê ti gefekê nahêle.

Michel Nite bi awayekî vekirî behsa wê dike ku tenê kurd dikarin li hember çekdarên DAIŞê li ber xwe bidin û wiha dinivîse: Kurd destvekirî û mêrxas in. Hêrsa wan ji komên radîkal tê û ti carî cîhadiyan efû nakin. Lê nakokiyên wan bi Malikî re her wiha birrîna mûçe û hewlên Malikî yên astengkirina hinartina nefta Kurdistanê wisa kiriye ku kurd zêde nekevin xema hikûmeta Malikî.

Nivîskarê bi navê Xuwan Kol jî beşdarî munazereya New York Timsê bûye. Kol mamostayê dîrokê li Zanîngeha Mîşîganê ya Amerîka ye û dibêje, pêwîstiya Iraqê bi reformeke siyasî ya kûr heye da ku hikumdariya zalimane ya şîeyan kuta bibe.

Kol, hikûmeta şîe li Iraqê wek hikûmetek zalimane bi nav dike û dibêje, wê hikûmetê her dem hewl daye sunniyan piştguh bixe lewma koka kirîzê siyasî ye û bi şêwazên çekdarî nayê çareserkirin.

Li gorî wî mamostayê amerîkî, Iraq pêwîstî bi serokwezîrekî nû ye.

Xuwan Kol, di beşek din a nivîsa xwe de dibêje, hinek welatên kendavê alîkariyên madî û çekdarî didin DAIŞê ji ber wê jî divê Amerîka wan welatan ceza bike, her wiha divê hewl bê dayîn Erebistana Siûdî û Îran nêzîkî hev bibin û nakokiyên wan bên çareserkirin ji ber ku aloziya niha ya Iraqê çavkaniya xwe ji hevrikî û nakokiyên wan her du welatan digire.