Nûçe

Peyama duyem a Barzanî

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ji bo raya giştî ya Iraqê û Kurdistanê belav kir û tê de desthilatdarên Bexdayê wek berpirsyarê rasterast ê rewşa niha ya Iraqê da naskirin.

Barzanî di peyama xwe de diyar dike ku ew di peywendiyeke berdewam de bû ligel piraniya aliyên peywendîdar derbarê bûyerên ku vê dawiyê li Iraqê qewimîne de û dibêje ku “wî ji mêj de hişyariyê dida ku rewşa Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe ji ber siyaseta çewt û tekane ya kesên ku dethilat li Bexdayê zeft kirine” û ew kes jî wek “berpirsê rasetast ê wan pêşhateyan da naskirin”.

Barzanî diyar dike ku wan gelek hewl da çareseriyên bingihîn ji pirsgirêkan re bibînin û gelek pêşniyar jî pêşkêş kirine, “lê bersiv û reftara karbidestan li dijî bû yan jî piştguhkirin bû”.

Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku Kurdistan piştî sala 2003yan li dijî şerê tayifî û mezhebî rawestiya û nebûye sedemeke nerênî di vê milmilaneyê de, “lê Kurdistan heta ku jê hat roleke xêrê lîstiye”.

Barzanî dibêje ku ew ligel Şîa sekinînin dema ku li wan qewimî û zulim li wan hat kirin û piştî sala 2003yan jî li dijî piştgukirina Sune rawestiyan, herwiha Barzanî tekîd dike ku “exalqê Kurdan di dirêjahiya dîrokê de ew bû ku pişta mezlûman girtiye”.

Barzanî herwiha hewlên wan kesên ku baca şaştiyên xwe didin û şikestine û dixwazin bikine şaştiya Kurdan wek “buxteneke mezin” wesif kir. Ew kes jî bi wê yekê tometbar kirin ku “mijûlî çêkirina valahiyeke wiha di navbera Kurd û Şîa de ne ku bêguman dê ziyanên mezin bigihîne her du aliyan û dibêje ku “hevpeymanîtiya Kurdan ligel Şîa ji reftara çend kesên ku karbidestin, bilindtir e”.

Barzanî di peyama xwe de amaje dike ku “ew qet helwesta îmam Muhsin el-Hekîm û Şehîd Sedir ji bîr nakin” û Şîa piştrast kirin ku “ewên bûne sedema çêbûna vê rewşê “dixwazin şikestina xwe bi buxtanan veşêrin û çend sale rastiyê ji milet vedişêrin”.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku niha rewşeke nû derketiye holê û pêwîste çareseriyeke bingihîn ji bo pirsgirêkan bê dîtin, lê tekîd dike ku divê awayê desthilatdarî û rewşa siyasî ya berî niha bê guhertin.

Derbarê rûbirûbûna terorê de, Barzanî dibêje ku “Kurdistan zêdetirî her demekê amade ye ji bo bergirîkirin li berjewendiyên xwe û jiyana xelkê xwe ji her destdirêjiyekê”.

Herwiha tekîd dike ku “ew karên terorîstî ji daxwazên rewa yên birayên Sune cuda dikin” û dibêje ku “ew ligel birayên Şîa û Sune ji bo rûbirûbûna terorîstan amade ne, lê qet nakevine şerekî ku di bin perdeya şerê dijî terorê de şerê tayifî bê kirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ku bi tenê bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin û tekîd dike ku “divê sedem bên çareserkirin û proseya siyasî rêya xwe ya rast bigre û wê demê jinavbirina terorîstan gelek hêsan dibe”.

Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje ku ew “fakterê xêrê ne û piştgiriya her gavekê xêrê dikin, lê divê hemû aliyek bizanin ku îro rewşeke nû derketiye holê û divê bi waqihî mamele ligel bê kirin”.