Nûçe

Koçberên Şingalê kar dikin da ku heqê çûnûhatina dibistanê derxînin

 

 

 

Ciwanen dimoqrati 

Nêzîkî 1500 qutabiyên kurd ên êzîdî li gundê Sêcê yê rojavayê Dihokê hene. Ew

qutabiyên koçber ji ber rewşa xwe ya darayî ya xerab neçar dimînin ku karê giran

bikin, da ku heqê çûnûhatina dibistanê derxînin.

Mamosteyên kurdên êzîdî dibêjin, me pirsgirêk û kêmasiyên van qutabiyan wek

nebûna dibistanan gihandiye rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar ên Herêma

Kurdistanê û niha em li hêviya bersiva wan in.

 

Şemo Xidir, yek ji wan qutabiyên herî jêhatî bû di dibistanê de, tevî kuştina bi dehan

kes ji malbata wî li Şingalê, lê ew dîsa rijd e li ser berdewamiya xwendina xwe.

 

Şemo wiha dibêje: Em rojane bi 30 hezar dînar (25 dolar) kar dikim, da ku heqê

otopasa ku me dibe dibistanê ku 60 hezar dînar e, peyda bikin.

-Rûdaw