Nûçe

Rewşa xwendinê li kampa Dareşikran

 

 

 

 Kampa Dareşikran yek ji kampên mezine li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 3000

malbatên penaberên Kurdistana Suriyê li xwe digre .

Kampa dareşikran û ji ber hijmara mezin ya penaberan 3 dibistan têde hene , qûnaxa

sertahî , navendî û amadehî .

Lê peyamnêrê ajansa ROJAVANEWS berê xwe da dibistana seretayî ji ber ew

bingeha serekeye ji bo avakirina zarokan .

Li dibistana seretayî gelek kêşe û astengî tên dirûst kirin :

Kêşeya xwendevanan :

Dibistana seretahî ji 750 xwendevanan ku li ser 12 polan tên dabeşkirin pêktê , wate tê ku her polek nêzîkî 65 xwendevanan li xwe digre , û piçûkbûna polan dihîle ku riya xwendevan teng bibe .

Ev dibistan di bin serpiriştiya Rêxistina navdewletî UNICEF deye, ku rêbazên kêm netewan têde didin xwendin û li gor kardroyên xwendinê ku bawernameya van rêbazên ji aliyê navdewletî ve itîraf pê hatiye kirin .

Herweha ta niha cilûbergên dibistanan li ser xwenevan ne hatine belav kirin , ku par ew cil û berg ji aliyê rêxistina Zhin ve hatin belav kirin .

Kêşeya mamosteyan :

Kadroyên xwendinê ji penaberên di hundirê kampê dene û ew kadro di riya girêbestên kar ji aliyê UNICEFê ve tên hilbijartin lê bi pereyên kêm û karekî gelek rojên xwe di nava xwendevan de diqedînin , ku her mamosteyek her mih 250 dolaran werdigre û li gor jiyana li Herêma Kurdistanê ev pere gelek kêmin .

Ji alîkî din ve Piraniya kadroyên xwendinê ne pisporin , lewma ev babet pirsgirêkan çêdike , ji ber ku qûnaqa seretayî gunaxeke hestiyare û pêwîstiya wê bi kadroyekî

pispor heye û bi taybet ku ew kadro heye lê nayin qebûl kirin .

Rojava News