Nûçe

Daxweyaniya Ciwanên herçar parçên Kurdistan bi helkefta roja Ala Kurdî

ciwanen dimoqrati

 

Di roja  17 /12 an de di her sal miletê Kurd Seranserî  herçar parçên Kurdistanê Roja

Ala Kurdî li bîrtînin, ew alaya ku bi melyonan miletê me xwe kirine qorbanî da ku

bimînê berz û bilind.

Yekemîn car ala netewî ya Kurdistanê ji layê komela Xweybûnê ve di sala 1918 an

ve hat bilindikirin ji bo bibe nimayiş ji Kurdên her çar parçan re,ji bo her û her bibe

diruşma berxwedan. Xweybûnê doza çarenivîsê ji kurdan re dixwest û paş re ev al

pêşkêşî endamên şanda navnetewî li kongirê Parîsêyê aştiyê bû ,yê ku pila ji serxwebûna Kurdistanê re danîn wek parçekî ji peymana Sîfer sala bi Turkya osmanî

re  sala(1920), û di serhildana agiriyê (1927) de li serê çiyayê agiriyê hatîye hildan.

Di mîna vê rojê de berî 70 salan alaya Kurdistanê li Komara Kurdistanê li Mihabadê

de hate bilind kirin bi destê pakrewanê nemir Qazî Mihemed, û berî bêt sêdaredan

alaya pîroz radestî Barzaniyê nemir kir da ku ala Kurdistanê bibe  Sembola

Kurdayetiyê û bimînê herdem berz .

Û di wê rojê de ta nuha bi hizaran genc û lawên kurdistanî canê xwe qorbanî dikin da

ku ala me bimîne evraz û bilind.

Îro  di bin sîbera Ala Kurdistanê de Pêşmergên Kuridstanê yên qehreman Şerê

mezintrîn rêkxistin ya Tîrorstî li cîhanê (Dayiş )ê dikin û bervaniyê di ber ala û xaka

xwa ya pîroz dikin. 

Û bi saya bizava rêzgarî  xwaza kurdistanê û Rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir ûdi

çarçûveya pêvajûya xebatkarî û diblomasiya ya Serokê Herêma Kurdistanê Berêz

Mesûd Barzanî ku çawa Alaya Kurdistanê li serê çiya û qad û meydanan de dihate

çiklandin, îro em tevayî dibînin ala me ya pîroz tê hildan di hemî merasîmên

navdewletî di kêleka tevayî alayên cîhanî. û ev ast û cihê pîroz yê ku ala kurdistanê

gehiştiye bi saya siyaseta hekîmana ya cenabê  Serok Barzanî .Lewra  ji hemî law û

ciwanên Kurdistanê tê xwestin ku herdem amadebin ji bo parastina ala û xaka

kurdistana pîroz.

Û em di vê roja pîroz de bi navê ciwanên herçar parçên Kurdistanê bangewazî li

hemî miletê Kurd dikin ku aramanca wa ya  sereke bibe Yekrêziya helwista kurdî û

parastina pirojeya netewî ya kurdî da ku em bihevr e bingeha Dewletbûna Kurdî

avabikin.

Di dawiyê de em binavê Ciwanên herçar parçên Kurdistanê sozê didin ku em di bin

sîbera Ala Kurdistanê xak û ala xwe biparêzin .

 

-Bijî Kurd bijî Kurdistan .

-Ala Kurdistanê herdem berzû bilind be .

 

 

Yekîtiya Lawên dîmoqratî kurdistanî -  Başûr

Tevgera Ciwanên Kurdistanê -  Bakûr

Gropa Karê Lawan û qutabyanî  ya Partî Azadî Kurdistanî -Rojhilat

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên dîmoqratî kurdistanî – Rojava