Nûçe

Li Hewlêrê tîmeke fotboolê ji bo pêkvejiyanê hat damezirandin

ciwanen dimoqrati 

Kesnezan wekû hemî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bûne hêlîna aware û koçberan. Li Kesnezan, ser bi paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ve awareyên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Iraq, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li gel hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pêkve bi aramî dijîn
Li nahiyeya Kesnezan ser bi deşta Hewlêrê ve grûpek xortên çalak ji her yek ji Penaberên Rojavayê Kurdistanê, koçberên Iraqî û Xelkên Kesnezan tîmeke topa pê damezirandine û dixwazin bi rêya werzişê nimûneyekê derbarê pêkvejiyan û aramiya di navbera hemû pêkhateyan nîşan bidin.
 
Di nav endamên vê tîme de Kurd, Ereb û Tirkman cihê xwe dibînin, berpirsê vê timê ji xelkê Kobana Rojavayê Kurdistanê ye, û rahênerê wê xelkê Enbar a Iraqê ye, herwiha yarîzanên vê timê jî xelkên Kobanê heta bi Enbar, Mûsil û Hewlêrê li xwe digre.
 
Fazil Elî rêvebrê vê tîmê ku xelkê Konanê ye  got: “Dezgeha Ronahî ya Xêrxwazî ev tîma topa pê damezirandiye, armanca me ji damezirandina vê tîmê ku em hemû pêkhateyên ku li Kesnezan dijîn bighînin hev û xweşewîtiyê di nav wan de belav bikin, û wêneyekê bo her kesî bidin nîşan ku li Kurdistanê pêkvejiyan tiştekî pîroz e.”
 
Fazil herwiha got: “Wê tîma me bo demekê rahênanê bike, ta ku bêhtir yarîzan bi hev re bialişin piştre em dê hewil bidin ku deverên din yên deşta Hewlêrê ku wek Kesnezan xelkên ji hemû pêkhateyan lê dijîn tîm werin avakirin û pêşbirk di navbera tîman de were lidarxistin.”
 
Rahênerê tîma topa pê Cemal Mihemed got: “Ez xelkê Enbar im, bi sedema şer û pevçûnan, ligel malbata xwe hatim Kurdistanê, niha jî ez tîmekê ji hemû pêkhateyan rahênan dikim, li Kurdistan ez fêrî pêkvejiyanê bi xelkên cuda re dibim, armanca me ji vê tîmê ew e, ku çanda xweşewîstî û pêkvejiyanê li Kurdistanê bihêztir bikin û sûdê ji aramiya li Kurdistanê werbigrin ji bo em xwe pêşbixin.”
 
Mihemed xelkê Til Efere û bi regez Tirkman e got: “Ez gelekî kêfxweşim ku li Kurdistanê dijîm, Kurdistanê em ji hovîtiya DAIŞê parastine û derfet bo me hemiyan daye bêyî ku cudabûnê têxe navbera me bi sedema cudabûna netewe, ol û zimanê me.”
 
Rêbwar xelkê Kesnezan e got: “Berî kirza Sûriyê û hatina DAIŞê bo nav axa Iraqê, li Kesnezan bi tenê Kurdên Başûrê Kurdistanê hebûn, niha em ligel Kurdên Rojavayê Kurdistanê herwiha koçberên Erebên Iraqê di heman taxê de dijîn …ji penaber û koçberan ez fêrî gelek tiştan bûm…lê ez hêvî dikim ku rewşa welatê wan jî aram bibe û vegerin ser mal û halên xwe.”
 
Cotiyar xelkê bajarê Qamişlo ye niha bûye yek ji endamên tîma Kesnezan got: “Destpêka em hatin vir gelek astenî û zehmetiyên jiyanê hebûn, lê demek dirêj derbasnebû heta ku em tevlî civata vir bûn, û dost û hevalên me çêbûn herwiha em fêrî ziman û hin nerîtiyên xelkê Kesnezan û Hewlêrê bûn.”
 
Heger mirov bi hurgilî li jiyana xelkê li Kaesnazan binere û lêkolînê bike, wê rastî gelek wêneyên pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda bibîne û wê nas bike ku pêkvejiyan yek ji sembol û piransîpên ku Kurd dikarin li seranserî Rojhilata Navîn xwe pê payebilind bike.
 
- pdk-s.com