Nûçe

Daxwiyaniya Ciwanên Kurdistanê ji bo bîranîna sedsalîya rêkeftina Saykis – Bîko

ciwanen dimoqrati 

Îro sed sal li ser rêkeftina Saykis Bîko ve diçe, ya ku di sala 1916 an de dinavbera

Ferensa û Birîtaniya de piştî cenga cîhanî ya yekemev rêkeftine di navbera wan de

hate îmzekirin û kurdistan carekadî tuşî perçebûnê bû û welatê kurdan bû Çar parç e.

Bîranîna sedsalîya rêkeftina Sayiks Bîko îro derbas dibe  û miletê kurd di van

sedsalan de gelek zordarî dît ji layê dewleta Turk, Ereb û Farisan ve, lê kurdan

xebatek berçav dişûpand li dijî van dagîrkeran û ta niha berdewame di xebat û

berxwedanê de .

Sala 2016an rêkeftina Sayiks Bîko bidawî dibe, û tê herfandin  lewra em pêwîstiyê

dibînin ku rêkeftineke  nû were îmzekirin û têde dewleta Kurdî  were ragihandin.

Em wek Ciwanên herçar parçên Kurdistanê vê rêkeftinê şermezar dikin û erkek li ser

milê hemû kurdan ji layê partiyên siyasî û rêkxistinên civaka sivîl ku rêkeftina Saykis

Bîko şermezar û binpê bikin , û em daxwazdikin ji dewletên ku destên wan di .

parçekirina Kurdistanê de heye ku îro çareseriyek ji doza kurdî re bibînin ew miletê

ku eve çerxek e di bin zilm û zordariyê de dijî , ji ber ku Rêkeftina Saykis Bîko ne 

guncaw e bo rojhelata navrast û ev qûnax guncawtirîn û baştirîn qûnax e bo kurdan

ku dewleta kurdî ragihînin.   ji ber Guhertinên ku îro li cîhanê bigiştî û li rojhelata

navrast de diqewimin dikeve di bin berjewendiyên doza kurdî  de..

Û banga me ya sereke ji tevgera siyasî a kurdî re ku yekrêziya mala Kurd bikin

armanca xwe û dest ji nakokîyan berdin , da ku doza kurdî bi serkev e û em bigihên

mafê xwe yên rewa .

Bijî kurd

Bijî Kurdistan

*Tevgera Ciwanên Kurdistan -  Bakur

* Yekîtîya Lawanî Dîmoqratî Kurdistan -   Başur

*Giropî Karî Lawan û Qutabîyan - Rojhelat

* Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava