Nûçe

Trump rêçareyek nû bo pirsgirêka Sûriyê destnîşan ki

ciwanen dimoqrati 

2016-12-16

Serokê helbijartî yê Amerîkayê Donald Trump teqez kir, ku navçeyek aram bo

hemwelatiyên Sûriyê ava bike û di vê derbarê de ragehand ku divê welatên kendava

ereb pare ji bo vê pirojeyê dabîn bikin.

Trump yekem care piştî serkeftina helbijartina serokatiyê behsa vê rêçareyê bo

Sûriyê dike. vê derbarê de got, Amerîkayê bixwe kêmasiyên budceyê hene û nikare

pare bo vê pirojeyê dabîn bike, lê divê welatên ereb piştevaniya darayî bo projeyê

dabîn bikin.

Trump li pêş alîgirên xwe yên li Pensilvanyayê teqez kir: ‘’Em dixwazin alîkarî bidin

hemwelatiyên Sûriyê û projeyekî wan pêkbînin, ji ber rewşa ku naha heyî li Sûriyê

cîhê êş û birînê ye.’’

Basnews