Nûçe

Daxweyaniya Ciwanên Kurdistanê bi helkefta roja Ala kurdistanê

ciwanen dimoqrati 

2016-12-16

 

Nexşeya cîhana modern, nexşeya netew dewletan e. Ji bo ku em jî di nav vê

nexşeyê  de cih bigirin, navekî me hebe û hebûna me ji aliyê cihanê ve bê pejrandin ;

divê em jî xwedî dewletek bin.

 Di nav vê nexşeyê  de hebûna me girêdayî hebûna dewleta me ye û nîşanên wî jî

sembol û nirxên me yên netewî ne. Nîşana herî ber bi çav a hebûnê, al e.

 Ji ber ku cihê ku al lê bilind bibe tê wateya ku ew der cihê desthilatdariyê ye û al bi

xwe nîşana serxwebûnê ye. Em wek netewek ku welatê me hatiye dagirkirin û

perçekirin, divê ji her netewî zêdetir li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Xwedî

lê derketina nirxên netewî, wê bi xwe re hişmendiya netewî bîne û ev jî wê li ber me

rêya serxwebûnê veke.

 Îro, roja Ala Kurdistanê ye. Ala ku Pêşewa Qazî Mihemed berî 70 salan radest û

emanetî Nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Pê bawer bûye ku wê Ala Rengîn li hemû

Kurdistanê bilind bibe. Îro ev bar li ser milên me ciwanên Kurdistanê yeê. Divê em

şayistê  têkoşîna wan bin û ji mîrasa ku ji me re hiştine xwedî derkevin.

Û ta roja îro di bin sîbera ala kurdistanê Pêşmergên qareman berevaniyê di ber xak û

sinûrê Kurdistanê dike

 Taybetiya vê rojê heye, lê ji bo me divê heta roja serxwebûnê her roj wek roja Ala

Kurdistanê be. Loma divê em tu caran ala Kurdistanê danexin. Berî demeke kin li

Amûdê Ala Rengîn  hate şewitandin û bêrêziyek li hember bi taybetî li şehîdên

Kurdistanê û li hemû miletê Kurd bi giştî hate kirin.

 Em wek ciwanên Kurdistanê eşkere dibêjin ku emê her tim parastvanê emaneta

Pêşewa Qazî Mihemed û Nemir Mele Mistefa Barzanî bin. Emê tu carî nehêlin ala ku

bi xwîna şehîdên me berz bûye dakeve erdê.

ûli hember dijminên Ala Kurdistanê hlwesta pêwîst nîşan bidin.

 Al nîşana serxwebûna me ye. Em jî ji bo serxwebûnê amadene di hemû şert û

mercan de û bi hemû cureyên xebat bikin.

Xebata ku îro bi serweriya Cenabê Serok Mesûd Barzanî ji bo dewletbûnê encam

dide, û emê her bimînin piştgirê cenabê wî.

 Di vê roja dîrokî de, em pîroziyê li hemû Kurdên dilsoz, paristvan Ala Rengîn û li

hemû têkoşerên dewletbûna Kurdistanê dikin.

 

Kurdistan 17.12.2016

 

Yekîtya lawanî dîmoqratî kurdistan- Başûr 

Tevgera ciwanên kuristanê – Bakûr

Giropî karî lawan û qotabiyan a PAK - Rojhlat

Yekîtya xwendevan û ciwanên dîmoqratî kurdistanî - Rojava