Nûçe

Serok Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NY dike

ciwanen dimoqrati 

2017-06-12


Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku Serokê

Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê (11.06.2017) biryara referandûma

.serxwebûnê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî dike daku çavderîyê bikin

Husên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê referandûmê

de bi Bexdayê re axivî ye û beriya niha jî bi awayekî rasterast Bexda hatiye

.agahdarkirin

Fuad Husên di hevpeyvîna ligel televizyona Rûdawê de destnîşan kir, "Beriya niha

em ligel nûnerê Netewyeyên Yekbûyî (NY) rûniştin. Cenabê Serokê Herêmê roja

Yekşemê (11.06.2017), dê biryara referandûmê arasteyê aliyên pêwendîdar bike. Di

wê biyarnameyê de ji NY û rêxistinên navneteweyî hatiye xwestin ku çavdêriya

.referandûmê bikin"

Husên herwiha eşkere kir ku dê şandeke Herêma Kurdistanê jî ji bo gotûbêjkirina

biryara referandûmê serdana welatan bike û got: "Hemû welat ji biryara referandûmê

.agahdar e. Ji xwe piştî biryarê hinek welatan helwesta xwe eşkere kirin"