Nûçe

Roja Ala Kurdistanê Pîroz be

ciwanen dimoqrati 

2018-12-17

 Îro Roja Alaya Kurdistanê ye ku her sal 17ê meha 12 bi curbecur merasîm û

.çalakiyan tê pîrozkirin

Piştî ku Parlamentoya Kurdistanê 17ê meha 12 a 1999an biryara Roja Ala Kurdistanê

pesend kir, li Parlemantoya Kurdistanê roja 19ê Hezîrana 2004an bi biryara 48 û bi

piraniya dengan roja 17ê Kanûnê wekî Roja Ala Kurdistanê hat diyarkirin û 17ê meha

Kanûnê bi fermî wekî Roja Alaya Kurdistanê hat pejirandin. Li Başûrê Kurdistanê 17ê

.meha 12an wekî Roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê bi fermî tê pîrozkirin

Ala Kurdistanê cara yekê sala 1945an li Komara Kurdistan li (Mahabad) hat

hildan. Di wê roja pîroz de ala Kurdistanê li ser hemû cihên fermî yên

.bajarê Mahabadê, ku paytexta komara Kurdistanê bû hat dîtin

Piştî avabûna rêvberiya Başûrê Kurdistanê û hilweşîna rejîma Sedam a Iraqê

Parlamentoya Kurdistanê 17ê meha 12an ango bi yasayeke taybet ala Kurd wekî

alayek fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê pejirand û ji wê rojê ve li ser hemû

am û dezgehên fermî û li qada navdewletî Ala Kurdistanê di hemû danûstandin û

.hevdîtinên payebilindên Kurdistanê de tê danîn

Di vê roja taybet a Roja Ala Kurdistanê de, çala

.kî û merasîmên curbecur çêdibin û kuçe û kolan bi ala Kurdistanê tên xemilandin

Hat ragihandin ku dê îro 17ê Kanûnê, li Parka Barzanî ya li Duhokê ji bo roja Ala

.Kurdistanê çalakiyêke pîrozkirinê were lidarxistin