مقالات

Çalakiyên Zimanê Kurdî dest pê dikin (2)

Komîsyona Ziman û Perwerdê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Amedê, derbarê çalakiyên15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, cîvîneke çapemeniyê li dar xist da ku her kesayetî û saziyek bi xwirtî beşdarî çalakiyê bibin.
Li ser navê Komîsyona Ziman û Perwerdê Osman Ozçelîk got em wek  Komîsyona Ziman û Perwerdê ya Kongreya Civaka Demokratîk 15ê Gulanê ku Mîr Celadet Elî Bedîrxan û hevalên wî di sala 1932an de yekem hejmara Kovara Hawarê weşandine, ji bo zimanê kurdî weke cejnekê pîroz dikin.
Di berdewamiya daxûyaniya çapemeniyê de hate gotin ku ew wek Kongreya Civaka Demokratîk bang dikin da her kesayetî, sazî û rêxistinên kurd li cejna zimanê xwe xwedî derkevin, bi kurdî biaxifin, binivîsin, bixwînin û çalakiyên daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe bikin. Herwiha her saziyên kurd di vê hefteyê de saziyên xwe bi rengê cejnê bixemlînin û bi coşeke mezin tevlî van çalakiyan bibin.
Li gor ragehandina Komîsyonê wê di navbera vê hefteyê de ji bo mafê perwerdê ya bi zimanê kurdî meş bên lidarxistin û şahiyên cejnê, konser, pêşbaziyên xwendina helbest û pexşên bi kurdî bên kirin, Herwiha pankart, afîş û belavok jî dê bên belavkirin.