مقالات

Dahol lêdan bo PYD’ê xizmeta Rojava nake


Mihemd Hacî Kerîm

Di van demên dawî de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hewlên xwe bihêztir kirine bo girtin û zindanîkirina çalakvanên siyasî û sivîl, cara dawî jî rêveberê asayişa PYD’ê, hişyarî da partî, rêxistin û çalakvanan ku ew bê wergirtina mohleta pêşwext nikarin tu çalakiyekê lidar bixin, kesê ku berevajiya vê yekê jî kar bike, divê ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.

PYD’ê bi vê siyaseta xwe, nimûneyeke xirab a hikumraniyê pêşan dide, lê tiştê cihê pirsyarê ew e, helwêsta negatîv a gelek partî, grûpên siyasî, nivîskar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ye, ku wê partiyê germ dikin ku dest ji wan siyasetên xwe yên tundrew bernede û li ser wan hemû neheqiyên li himber xelkên sivîl, dost û alîgirên partiyên din berdewam be.

Çênabe nehezkirina siyasî wiha li me bike ku astê me nizim bibe û piştgiriya siyaseteke şaş û yek alî bikin. Alternatifa herî baş ew e ku li şûna PYD’ê germ bikin da li ser wê siyaseta xwe berdewam be, wê razî bikin da xwe biguhere û hemû aliyekî qebûl bike.

Ger tu ferdên civakê germ bike da bibin êsîrê îradeyeke tundrew û ne demokratîk, ev ne jîrbûne, lê jîrbûn ewe ku li ser bingeha hev qebûlkirin û demokrasiya rast paşeroja xwe ava bike. Danûstandin bi wê lojîka ku eger tiştek ne ji min re be, bila ne ji kesê din re jî be, şaşiyeke mezine.

Ez dibînim ku hinek partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi wê lojîkê li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinêrin. Bi vê yekê ew tiştekî bi Rojavayê Kurdistanê ve girênade, yan jî tu bihayekî remzî û civakî û cemawerî ya wan nîne, lewma gotinên xweş û rolên erênî ji wan dernakevin.

Çênabe bi armanca şikandina neyarê xwe, piştgiriya hêzekê bikî, ku baweriya wê ne bi diyalog û ne jî bi veger bo ser maseya bihevre rûniştin û axeftinê hebe, ji xwe zêdetir tu hêz û aliyekî din qebûl nake.

Eger bi nêteke pak be, ku hêzek ji Başûrê Kurdistanê piştevanî û bergiryê li hêzeke din a Rojavayê Kurdistanê bike, ew tiştekî ne sosrete, lê eger mebest ji vê yekê tenê lêdana PDK’ê be, ew şermeke mezin e.

Hemû aliyek dizanê ku ew partî bi wê helwêsta xwe dixwazin gurzekî ji azaran li derdora PDK’ê bipêçin. Bê ku zanibin ew helwêsta wan dikeve xaneya xizmetkirina ajendeyên rejîma Esed û hêzên neyarên Kurdan.

Li vê derê pirsyarek derdikeve pêş: Gelo ew partiyên Kurdistanî ku piştgiriya pêkanîna kantonan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD’ê ve kirin, ev yek ji baweriya wan ya neteweyî bû yan jî muzayedeyeke siyasî bû?

Tu Kurdek an hêzeke siyasî û Kurdistanê nabîne, ku li himber pêkanîna îdareyeke xweser, li her devereke Kurdistanê be, ne kêfxweş be. Lê ew tiştê ku bûye cihê bêhêviya partî û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, rêgirtin û sînordar kirin li hemû liv û tevgereke siyasî û rêxistinî ye.

Siyaseta monopol û eqliyeta ihtîkarî ya PYD’ê, ne tenê piştgirî û komdengiyeke navxweyî û ji derve bidest nexistiye, lê dilgiraniyeke berfereh jî li pey xwe aniye. Vê yekê wiha kir ku, piraniya xelk û aliyên wê parçeya Kurdistanê wiha dibînin ku ew kantonên PYD’ê pêk anîne, ne tenê nûneratiya wan nake lê belê asoyeke kêm jî nadin.

Ew partî û aliyên li cem me baş dizanin ku berhemên spaskirin û piştgiriya wan bo PYD’ê, ne tenê xizmeta paşeroja wê parçeya Kurdistanê nake, lê nearamiya siyasî û civakî berhem tîne. Ligel wê yekê, hê zûye da bizanin bê wê paşeroja wan kantonên Rojava çibe, lê wê rastiyê baş dizanin, piştguhxistina partî û aliyên din di qada siyasî de li wî welatî, ne tenê hêviyê nade, lê di dawiyê de zirarê dighîne hemû Kurdan.

Rastiya siyasî ew e, ku bê berçavgirtina ezmûn û kultûrê demokrasî û hevgirtina hemû partî û hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya îdareyeke hevbeş de, paşerojeke geş bo wê beşa Kurdistanê misoger nabe.

Danûstandin li derveyî hevkêşe û pirensînên ji hev têgehiştin û danûstandinê, tu watayekê nagihîne. Lewma divê PYD’ê germ bikin, da li ser bingeha pirensîb û nûneratîkirinê kar bike û zemînê bo hilbijartineke navxweyî bi beşdariya Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê xweş bike, ne ku li derve dahola derewan jê re bê lêdan.