مقالات

Derdê miletan çiye ku bibin dewlet?!

 

 

 

(Xeleka yekê)

Bilind mela - Dêrik

Omîd û hêvîyên her miletî di cîhanê de duristkirina Dewleteke ku tê de bijîn û ev hêvîya her neteweyeke û mafekî rewa ye .
Kurd di cîhanê de gelek sîtem û zordarî dîtin û ketin bin destê rijêmên zordar û faşistî de .
Heger em li dîrokê vegerin kurd piştî şerê Çaldîranê di 1514 an de bûn du parçe û bûn qurbanên berjewendîyên her dû empiratorîyan a Osmanî û Sefewîyan .
Wek tê zanîn kurd bihtirî çil melyon mirovin di bin destê dewletên dagîrker wek ( Turkiye – Êraq – Îran – Sûriye) ,û piştî peymana Sayiks Bîko di sala 1916 an de hat girêdan di navbera dewletên serketî di cenga yekemîn de kurdistan dûbare bû qorbana van dewletan, û kurd bê behir û bê pişk bûn ji mafê çarenivîsê ew mafê ku pêkhatîye ji giftogoyên Feresayî ya aştîyê û di sala 1920 an de peymana Sîferê hat girêdan bi vê peymanê kurd gehiştin mafê xwe, û navê Kurdistanê hate berz û bilind kirin di kongirê aştîyê de di sala 1920 an de piştî cenga cîhanî a yekem , di wê kongirê de berêz Loyid Corc pêşniyar kir ku Kurdistan bibe dewleteke serbixwe , û giring û pêdvîye ku doza gelê kurd bi keve hemî melbendên navdewletî .
Lê dewleta Turkiyê û dewletên rojava li gor berjwendîyên xwe bi piyan pêl vê peymanê kirin û peymaneke dî girêdan ya binavê ( Lozan ) ku tê de dîsa kurd ji mafê xwe yê rewa dûr bûn.
Li rojhelata navîn de du milet tenha hene ku bê dewlet in mina ( miletê Kurd û miletê Filestîn ) lê heger em temaşa bikin siyaseta navdewletî bi dewletbûna Filestîniyan re ye û gelek xizmetan dikin bo duristikirina dewleta Filestînê re ye , beramberî vê yekê siyaseta navdewletî bê deng in ji bo kurdan û tu carî hêvîya dewletbûna kurdî nayînin ziman .
Lê em dibînin gelek dewlet hatine damezrandin mîna (Monako – Sanmorîno – Vatîkan ……) ku rûber û biyavên van dewleta pûçîktirin ji rûber û biyavên kurdistanê .
gelo dê kengî siyaseta navdewletî wê rêdanê bi de kurdan bo ragihandina dewletek kurdî ??
Mafek rewaye ku kurd dewleta xwe ragehînin , lê wek tê xuyakirin ji me hemîyan re ev pêngav ne gavek sanehî ye , ku kurd gelek alozîyên hundir û derve li beramberî xwe dibînin .
Alozîyên derve sedema serekî ye ku kurd bê çar bimînin da ku deweletbûna kurdî ragehînin , û ji van alozîyan :
netewîya Tûrkî ku hemî dam û dezgehên fermî û sivîl kardikin bo parestina yekîtîya xak û dewleta Tûrkî, nexasim netewperestên tûrkî yên nijadperest yên ku herdem li pêşiya kurdên bakûr rawestane da ku kurd li wê derê negehin mafê xwe yan ku tu carî hizra dewletbûnê li bîr neyînin .
Astenga duyemîn ya ku li beramberî dewletbûna kurdî di raweste ew jî netewiya Erebî ye , ji ber ku hemî netewperestên erebî qayîl nabin ku dewletek bo kurdan hebê.