مقالات

Xwendekar û Şoreş

 

 

 

Dijwar Tewfiq - Amûdê   

 

Dema Barzaniyê nemir li yekîtiya Sovyêt bû ya berê şandek ji xwendekarên Kurdistan çûn serdana wî,bavê nemir ji wan re got:'XWENDEKAR SERÊ RIMÊNE DI HEMÛ ŞOREŞA DE' pêdivîye guhdan bidine xwendin û zanînê çimkî hûnê di pêşerojê de serkirdayetiya vî miletî bikin ,û tê nasîn dema navê ŞOREŞ tê gotin mirov di hizr û ramanê xwe de hestek bi azadî ,wekhevî û rêzgarkirina wî ji dagîrker û stemkaran û mirov li dijî wan radiweste ,
Di şoreşa Sûrî ya pîroz a ku ji DERAA û AMÛDÊ destpêkir û gihişt hemû dever û bajarên sûriyê ,xwendekarên sûrî û bi taybetî xwendekarên kurd roleke giring û mezin lîstin li hemû deverên ku lê jiyan dibin û bi taybetî di Peymangeh û Zanîngehan de,bi pilankirina û serkêşiya civakê de ,di her xwepêşindanekê de,û di nava kar û çalakiyên xwendekaran de avakirina rêxistinên civaka sivîl wek komele ,hevgirtin û hevrêzan bi bername û duruşmên nûjen ta ko xwendekaran bi rêxistin bikin û berxwedanê di ber maf û berjewendiyê wî bike ,û vejînkirina kesayeteke zana û rewşenbîr,belavkirina zanîn,çand û kultûr di nava civakê de, Pêwîst e ku xwendekarên kurd xizmetê bi armancên neteweyîya xwe bikin û Kar û xebatê ji bo avakirina jîngeheke tendurist di hemû warî de