Çalakî

Li Aliyan: Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan xwendekarên pola 9an xelat kir

Ciwanên Demoqratî: Şaxê Aliyan yê Yekîtiya xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava  xwendekarên pola 9an yên serkeftî bi pilên bilind xelat kir.

Di roja pêncşema borî de bi rêkefta 26-6-2014an Şaxê Aliyan yê Yekîtiya xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava  xwendekarên pola 9an yên serkeftî bi pilên bilind xelat kir.

Herwiha aheng bi amadebûna Sekretêrê Yekîtiyê Dr. Hejar Hesen û hin kesayetiyên serbixwe ên netewî  û mamosteyên bajarokê Girkê legê birêve çû.

Di nava ahenga xelatkirinê de Dr. Hejar Hesen axaftinek pêşkêş kir û têde li ser rola xwendeanan di avakirina civakan de axivî  û behsa pilan û armancên Yekîtiyê ji bo avakirina nifşê paşerojê kir.

Piştre Mamoste Luqman Şeref  bi navê mamosteyan  li ser rola mamoste û erkê wî di avakirina xwendekaran de axivî.

Di dawiyê de aheng bi stranan bidawî hat û xelat, kado li ser xwendevanên serkeftî bi pilên bilin hatin belav kirin  û ev gav ji aliyê malbatên xwendevanan ve  hate pîroz kirin ji bo guhdana Yekîtiyê  ji xwendevanan re.

Ji aliyê Sîpan Xelîl ve