Çalakî

Leqê Aliyan yê Yekîtiya Xwendevanan pêşbirkeke Şitrencê lidarxist

Ciwanên Demoqratî: Di jêr durişma "Em hemû Pêşmerge ne" leqê Aliyan yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava pêşbirkek  şiterencê lidarxist.

 

Pêşbirka ku li navenda leqê birêve çû, 30 xort û keç yên ku divê sporê de zîrek in amade bibûn û bi qasî 6 demjimêran berdewam kiribû.

 

Kesên ku divê pêşbirkê de biserketin li ser asta ciwanan ev in (Mihemd Omer-Şêrîn Zuhrab-Rewan Hisên).

Lê yê temenê wan di jêr 15 salan de ev in:(Ehmed Omer-Lorîn Idrîs- Bilind Ehmed).

 

Di dawiyê kesên ku serkeftin bidest xistin hatin xelat kirin û  spasiya yekîtiyê kir li ser vê pêşbirkê û tekez kirin ku ew Pêşmerge ne, ne li meydanên şer lê li dibistan û zanîngehan.

 

S.X