النظام الداخلي والمنهاج

Bahozek ji Ba û Baranê Rojavayê kurdistanê girte xwe

Duh , 9 / 5 / 2014 , Bahozek dijwar li gundên derdora bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê da , û di encam de ziyanên madî yên mezin û giran gehişt  mal û berhêmên çandinyê welatiyên wan gundan .
 
Di derbarê vê nûçeyê de endizyar Mihemed Emîn Sedûn ji gundê Girasor ji Radio ya Rojava re ragihand ku : " duh li gundên  ( Girasor , Şirik , Elî Gamêş , Xanikê ) ba û baran û teyrokeka dijwar barîn û di encam de eleketrîk li van gundan hat birîn û xaniyên gundiya xirabûn , û diyare ji niha ta 20 rojên din jî eleketrîk nayê ": .
 
Herwiha Mihemed Emîn diyar kir ku cotyar dibêjin ku zerera herî mezin gihiştiye qutê Kizberê yê ku li herêma Koçeran e .
Ji Alyekî din ve, li çarçoveya bahoza ba û baranên dijwar li Sûriyê, herêma Efrîn bi tayîbet bajarokê cindêrsê ji li ber vê baohzê ketiye û gelek zerer gihişte herêmê.
 
A . Helebçe