رياضة

R. Madrid di lîstika bi Miyûnix re bi serket

 li yarîgeha (Santiago Bernabéu) li Spaniyayê tîma Real Madrid pêşwazî li tîma B. Miyûnix a Elmanî kir û di encam de tîma R. Madrid biserket. .

Doh,lîstikeke germ di navbera R. Madrîd û B. Miyûnix lidarket,di lîstikê de R. Madrîd serkeftina bi 1 gol beranber sifir Miyûnix re ji tomar kir.

Golê R. Madrîd ji aliyê Kerîm Bin Zîma di xuleka 19an de hate tomar kirin.

Tê zanîn ku berya vê lîstikê tîma Elmanî kopa xula Elmaniyayê bidest xist bû, herwiha tîma R. Madrid jî kopa şahê Sipanyayê bidest xist bû.

Lîstika vegerê jî dê li yarîgeha Bayern Miyûnix, (Allianz Arena) birêve biçe û li gor encamên lîstika çûn û vegerê dê yek ji herdû tîman bilîta derbasbûna lîstika dawî bidest bixe.

Amadekar:Sîpan Xelîl.