رياضة

Îtalya xatir ji Mondiyal xwest

Ciwanên Demoqratî -spor: Di çarçoveya gera sêyemîn  de  ji girûpa çaran   ji Mondiyala 2014an doh,  lîstikek di navbera Îtalya     û Orgiway     de birêve çû û di encam  de Orgiway   serkeftin bidest bi encama 1 gol bê beranber  ji Îtalya  re.

 Di  xuleka 81ê de lîstikvanê bi navê Xodîn  karî bû golê serkeftinê ji Orgiway  re tomar bike û bi vê yekê  Orgiway  dighê gera 16 an ji Mondiyal di girûpa çaran   de  bi encama 6 xalan  lê Îtalya ji Mondiyal  bar kir bi encama 3ê xalan.

Di heman girûp de lîstikek di navbera Kosterîka û Ingilîz de birêve çû  û di encam de bê gol bi dawî hat û bi vê yekê Kosterîka gihişte 7 xalan  di pila yekê de û Inglîz ji Mondiyal tevî Îtalya bar kir bi encama 1 xal.

Lê lîstika dawiya şeva borî de ji girûpa sêyemîn  ku di navbera Yûnan  û kotîviwar de bi rêve çû bi qasî 2 golan ji Yûnan re beranber 1 gol ji  ji Kotîviware bi dawî hat.

Bi vê serkeftinê Yûnan çû gera 16an ji Mondiyal   bi encama 4 xalan piştî Komlombiya ya ku di heman demê de  serkeftin bi encama 4 golan bernber 1 gol ji Yûnan  re bidestxist û bi vê serkeftinê xalên Kolombiya bûn 9 xal di pila yekê de

Îro, dê  4 lîstik  birêve biçin:

 

Bosna û Hirsk  x Îran .   (Demjimêr 7 bi dema Qamişlo)
Ercentîn   x Nîcîrya  .  Dem: 7
Ikwador   x  Ferensa.  Dem:11
Hondoras  x  Siwêsra. Dem :11