رياضة

Encama Lîstikên doh yên Mondiyal

Ciwanên Demoqratî: Her yek ji Ferensa û Siwêsra çûn gera 16an ji Mondiyalê 2014an ê ku niha li Berazîlê encam dide,piştî ku doh, lîstika  Ferensa û Ikwador bi wekheviyê bidawî hat  û Siwêsra li ser Hindoras serkeftin bi encama 3 golan bê beranber bidest xist .

Herwiha Ferensa di pila yekem de ye bi encama 7 xalan û Siwêsrayê di pila duyem de ye bi encama 6 xalan û Ikwador di ya sêyem de bi encama 4xalan û di domahiya girûpê de Hindoras cih girt bêyî ti xalan.

Herwiha di lîstikên dawî yên girûpa şeşan de her yek ji Ercantîn û Nêcîrya hatin beranber hev û di encam de Ercentîn serkeftin bi qasî 3golan beranber 2 gol ji Nêcîrya re bidest xist.

Bi vê serkeftinê Ercantîn serkêşiya girûpa şeşan dike bi encam 9 xalan  û pişt re Nêcîrya tê bi encama 4 xalan  û her yek ji Bosna û Hirsik  ku bi encama 3 xalan e di pila sêyem de ye piştî ku doh, serkeftinek bidest xist bi qasî 3 golan beranber 1 gol ji Îran re û bi vê yekê Îran di domahiya vê girûpê de cih girtiye bi encama 1 xal.

Îro, dê  4 lîstik  birêve biçin:

Emerîka   x Elmanya .   (Demjimêr 7 bi dema Qamişlo)
purtogal   x Xana  .  Dem: 7

Cezayir x  Rûsya.  Dem:11

Korya Başûr  x Bêlcîkya. Dem :11