رياضة

Encama Lîstikên doh yên Mondiyalê 2014

Ciwanên Demoqratî-spor: Her yek ji Belcîkya û Cezayir çûn gera 16an ji Mondiyalê 2014an ê ku niha li Berazîlê encam dide,piştî ku doh, lîstika  Cezayir û Rûsya  bi wekheviyê bidawî hat bi encama 1 gol ji her yek ji wan re   û Belcîkya  li ser Korya başûr serkeftin bi encama 1 gol bê beranber bidest xist  .

Herwiha serjimartina Dawî  ji girûpa heştan Belcîkya  di pila yekem de ye bi encama 9 xalan û cezayir  di pila duyem de ye bi encama4 xalan û Rûsya  di ya sêyem de bi encama 2xalan û di domahiya girûpê de Korya başûr cih bi encama 1 xal.

Herwiha di lîstikên dawî yên girûpa heftan  de her yek ji Elmaya û Emerîka  hatin beranber hev û di encam de Elmanya  serkeftin bi qasî 1gol bê  beranber bidest xist.

Bi vê serkeftinê Elmanya  serkêşiya girûpa heftan dike  bi encam 7 xalan  û pişt re Emerîka tê bi encama 4 xalan  û di pila sêyemîn de Purtugal  bi encama 4 xalan tê piştî ku doh, serkeftinek bidest xist bi qasî 2 golan beranber 1 gol ji Xana  re û bi vê yekê Xana  di domahiya vê girûpê de cih girtiye bi encama 1 xal.

Dê  sibe 2 lîstik  birêve biçin di heyama gera 16an de:

Berazîl   x Şîlî .   (Demjimêr 7 bi dema Qamişlo)
Kolombiya  x  Urgiway . Dem 11

 ji aliyê Sîpan Xelîl ve.