رياضة

Berazîl û kolombiya gera 16an derbas kirin

Rojava.fm -spor:  Di çarçoveya Mondiyalê  2014an ê Berazîlê, Berazîl bi zorê ji nav destê Şîlî rizgar bû û bi zora penaltiyan li hevrika xwe bir.

Doh, yek ji lîstikên herî zehmet ên Mondiyal , ji ber ku tîmên Berazîl  û Şîlî ji bona birinê û derbaskirina  qonaxa 16an ji Mondiyal hatin hemberî hev.

Di dema qanûnî ya lîstikê de her du tîm bi encama 1-1 wekhev man lê diviya bû ji her du tîman tîmek tenê derbasî qonaxa din bibe lewma qedera lîstikê ket destê penaltiyan de .

Di penaltiyan de Berazîl karî bi encama 3-2 xwe ji destê Şîlî  rizgar bike û ji qonaxa 16an derbas bû.

Di heman Qonaxê de her yek ji Kolombiya û Urgiway hatin beranber hev û di encam de kolombiya serkeftin bi qasî  2 golan bê beranber bidest xist.

Herwiha dê îro du lîstik di qonaxa 16an de birêve biçin:

Holenda   X  Meksîk. Seet 7 bi dema Qamişlo.

Kosterîka  X   Yûnan. Seet 11 bi dema Qamişlo.

Ji aliyê Sîpan Xelîl.