رياضة

Holenda û kosterîka gera 16an derbas kirin

Created on Monday, 30 June 2014 10:20

Ciwanên Demoqratî -spor:  Di çarçoveya Mondiyalê  2014an ê Berazîlê, Holenda  bi zorê ji nav destê Meksîk rizgar bû û bi encama 2 golan beranber 1 gol serkeftin bidestxist.

Di xuleka 48an de lîstikvanê Meksîk Ciyovanî Dê santos golê Meksîk tomar kir  û pişt re di xuleka 88an Şinayder golê wekheviyê ji Holenda re bi dest xist û di xuleka 90î de Hentilar golê duyem ji Holenda re bi riya penaltiyekê de bidestxist û bi vê yekê Holenda gera 16an ji Mondiyal derbas kir.

Di heman Qonaxê de her yek ji Kosterîka û Yûnan hatin beranber hev û di encam de kosterîka  serkeftin bi riya penaltiyan de  bidest xist bi encama 5 golan beanber 3 golan ji Yûnan re.

Dê îro du lîstik di qonaxa 16an de birêve biçin:

Ferensa   X  Nêcîrya. Seet 7 bi dema Qamişlo.

Elmanya  X   Cezayir. Seet 11 bi dema Qamişlo.

Ji aliyê Sîpan Xelîl.