رياضة

Ferensa û Almanya gera 16an derbas kirin

Ciwanên Kurdistanî-spor:  Di çarçoveya Mondiyalê  2014an ê Berazîlê, Ferensa   serkeftin bi encama 2 golan  bê beranber  ni Nêcîrya re bidestxist.

Di xuleka 79an de lîstikvanê Ferensa  Yûl Yociya  golê Ferensa ê yekem  tomar kir  û pişt re di xuleka 90î de   Cozêf Yoyo golek di golgeha xwe de tomar kir û bi vê yekê Ferensa gera 16an ji Mondiyal derbas kir.

Di heman Qonaxê de her yek ji Almanya  û Cezayir hatin beranber hev û di encam de Amanya   serkeftin bi encama2 golan beanber1 gol ji Cezayir  re bidestxist.

 

 

Golên Almanya di xulekên windabûyî de hatin tomar kirin ji aliyê her yek ji  Andirê Şorlê do xuleka 92an de û Mesûd Ozêl di xuleka 119 an de.

Lê golê cezayirê Ebdilmumin Cabo di xuleka 120an de tomar kir û bi vê serkeftina Almanya , Almanya jig era 16an derbas dibe.

Dê îro du lîstik di qonaxa 16an de birêve biçin:

Ercantîn   X  Siwêsra. Seet 7 bi dema Qamişlo.
Belcîkya X   Emerîka. Seet 11 bi dema Qamişlo.

Ji aliyê Sîpan Xelîl.