رياضة

Xortekî Amedê di Maratona Hewlêrê de yekem derket

ciwanen dimoqrati

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê Çaremîn Maratona Hewlêrê ya Navdewletî bi

beşdariya 5 hezar kes ji 28 welatên cîhanê birêve diçe. Di asta 21 km de yarîzanekî

bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê yekem derket.

 

Maratona Hewlêrê ya Navdewletî 3 ast in: Asta yekem: 5 km. Asta Duyem: 10 km.

Asta sêyem: 21 km.

 

Di asta 21 kîlometrî de, xortekî kurd ji Amedê bi navê Mihemed Weysî pileya yekem

bi dest anî û ji Rûdawê re ragihand: “Ez xelkê Bakurê Kurdistanê me, ji Amedê

hatime. Par jî ez hatim Hewlêrê bo tevlîbûna maratonê, lê wê demê birêve neçû. Min

ji bo aştiyê bazda. Dixwazim li Kurdistanê aştî çêbibe. Ez bi navê Tirkiye di

şampyonên cîhanê de beşdar bûme û di xwazim sala bê bi navê Kurdistanê û ala

Kurdistanê beşdar bim.”

Di asta 5 km ya Maratona Hewlêrê ya Navdewletî de, di nava xortan de beşdariyekî

 

ereb bi navê Ehmed Read ji tîma Çeyiş a Iraqê, bi 21 xulekan pileya yekem bi dest anî.
Di nava keçan de, keçeke kurd ji bajarê Hewlêrê bi navê Jîle Mihemed pileya yekem

 

di dest anî û ji Rûdawê re ragihand: “Ev 2 meh in ku ez di bin serperiştiya

 

mamosteyekî pspor de me. Pir dilxweş im ku wel keçeke bajarê Hewlêrê yekem derketim.”

 

 

Werziş

Xortekî Amedê di Maratona Hewlêrê de yekem derket

Ji aliyê RÛDAW 11 xulek berê
 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê Çaremîn Maratona Hewlêrê ya Navdewletî bi beşdariya 5 hezar kes ji 28 welatên cîhanê birêve diçe. Di asta 21 km de yarîzanekî bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê yekem derket.

Maratona Hewlêrê ya Navdewletî 3 ast in: Asta yekem: 5 km. Asta Duyem: 10 km. Asta sêyem: 21 km.

Di asta 21 kîlometrî de, xortekî kurd ji Amedê bi navê Mihemed Weysî pileya yekem bi dest anî û ji Rûdawê re ragihand: “Ez xelkê Bakurê Kurdistanê me, ji Amedê hatime. Par jî ez hatim Hewlêrê bo tevlîbûna maratonê, lê wê demê birêve neçû. Min ji bo aştiyê bazda. Dixwazim li Kurdistanê aştî çêbibe. Ez bi navê Tirkiye di şampyonên cîhanê de beşdar bûme û di xwazim sala bê bi navê Kurdistanê û ala Kurdistanê beşdar bim.”




Di asta 5 km ya Maratona Hewlêrê ya Navdewletî de, di nava xortan de beşdariyekî ereb bi navê Ehmed Read ji tîma Çeyiş a Iraqê, bi 21 xulekan pileya yekem bi dest anî.

Di nava keçan de, keçeke kurd ji bajarê Hewlêrê bi navê Jîle Mihemed pileya yekem di dest anî û ji Rûdawê re ragihand: “Ev 2 meh in ku ez di bin serperiştiya mamosteyekî pspor de me. Pir dilxweş im ku wel keçeke bajarê Hewlêrê yekem derketim.”

Herwiha di nava pîran de, kalekî kurd bi navê Ekrem Mihemed (80 sal) pileya yekem bi dest anî û ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ez di çendîn marasonên navdewletî de beşdar bûme û di hemûyan de min pileya yekem bidest anîye. Ev 58 sal e ku ez rahênanê dikim.”